(Translated by https://www.hiragana.jp/)
-bar - Wîkîferheng

-bar

  1. ya/yê ku barek / berpirsiyariyek li ser heye:
    gumanbar, tawanbar, tometbar
  2. Paşgirek e ku maneya "ya ku dikare bibe" yan "ya ku dikare bêt kirin" dide
    xwerbar, bînbar, dîtbar, guherbar, şkêbar
  3. Paşgireke kêmpeyda ye ku maneya "li ber, rex, alî" dide
    cobar, robar, zêbar, Zêbar (anku ro / co û derdorên wan lê paşî maneya wan teng bûye û tenê maneya "ro, co" didin)

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre
  • Mane 1: Ji bar (berpirsiyarî)
  • Mane 2: Vê dawiyê bi peywendiya bi zimanên germanî (wek almanî -bar) di vegotinê de bêhtir bûye lê yekser ji wan zimanan nîne. Herwiha ber-, (wek berguman - gumanbar, bide ber berpirs = responsible) û biwêja di barê wî/wê de heye anku şiyana wê heye bonê. Heta vê dawiyê tenê bi navdêran bi kar dihat û karanîna wê a bi lêkeran hêj bêbirryar e (tê xwendin = xwendbar/xwînbar/xwendinbar?).