(Translated by https://www.hiragana.jp/)
Nûçe LGBT : wekhevî
wekhevî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
wekhevî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Daxûyaniya TODAPê

28.06.2015

JI ÇAPEMANÎ Û RAYA GIŞTÎ RE, 

Dema em bala xwe didin dîroka psîkiyatrî û derûnnasiya modern ku sedsala 19. de pêşketiye, em dibînin ku kesên LGBTÎ ( lezbiyen, gay, bîseksuel, trans, înterseks ) wekî nexweşan hatine nirxandin. Me dît ku tevî kirinên zayendî yên ku pey ve zêdebûn naye an derveyî sînorên normatif disekine, herwiha rewşa kesên LGBTÎ jî wekî pirsgirêk/nexweşiyê hatiye binavkirin û “dermankirina wan” hatiye armançkirin. Lê van  40-50 salên talî de tevî guherîna demê, him bi rêya xebatên akademîk him bi têkoşîna kesên LGBTÎ, psîkiyatrî û derûnnasiya di bin siya serdest de, dev ji nêrîna xwe nexweşiyê ya li hember hevzayend, bîseksuel û transan berda. Berevajî van mixabin em nikarin bêjin ku li Tirkiye’yê û li welat û cihên din de, derûnnasî û psîkiyatrî xwe ji homofobî û transfobîyê tev de azad kiriye. Em dizanin ku hempîşeyên me yên ku rêgeza bingehîn ya derûnnasiyê “bêşert qebûlkirin” ê  û etîka pîşê binpê dikin, xebatên xwe pîşeyî û teorik bi îdeolojiyên xwe yên heteroseksîst ava dikin, li hember hevzayend, bîseksuel û transan qaşo dermankirinan pêş dixin, metodên wan di pirtûkên xwe de dinivîsin û pratika wan dikin hene. Em ji wan hezar carî fedî dikin! Em bi tu awayî tu cûrên perbêbûnên zayendî û nasnameyên zayendî wekî nexweşiyan qebûl nakin!
Em wekî derûnnas û psîkiyatrîstan;

Li hember ji bo kesên hevzayend, bîseksuel û transan qaşo metodên dermankirinê, pirtûkên ku bi homofobî û transfobîyê hatine nivîsandin,  xebatkarên nexweşxaneyan ku dema  trans ji bo pirsgirêkên xwe yên derûnî an tıbbî hewce bimînin di nexweşxaneyan da razin tenê gorî nasnameyên wan servîsan da bi cih dikin, pratîkên homofobîk û transfobîk yên di sîstema tendûristiyê de cih digrin, di perwerdeyên beşên derûnnasî û psikiyatriye de hewandina nêrîna heteroseksîst disekinin.

Em wekî şêwirmendên derûnî û mamosteyên rêberiyê yên ku di dibistanan û qadên tendûristiya giyanî de dixebitin;

Li hember  nêrîna transfobî û homofobiya di dibistan û saziyên perwerdê de, di klînîkan de ji bo hevzayend, bîseksuel û transa pêşdixînin disekinin!
Em wekî pisporên xizmeta civakî yên di qadên tendûristiya giyanî de dixebitin;
Dizanin ku wargehên zarokên bêxwedî de kesên LGBTÎ ji cihên xwe tên avêtin, li gelek zordariyan dûçar tên. Em li hember bêheqiya ser kesên hevzayend, bîseksuel û transan disekinin!

Em wekî xebatkarên tendûristiya giyanî tev de,  hemû cûrên qaşo dermankirina kesên hevzayend, bîseksuel û transan, îdeolojiya heteroseksîst, û neheqiya li ser wan red dikin! Û em dixwazin qadên tendûristiya giyanî carek din ji bo sekna hemû kesên civakî were avakirin!

Kesên LGBTÎ wekî nexweşan qebûlkirin û/an li hember vê qebûlkirinê bêdengmayin şirîkiya qetilkirinên nefretê ye.  Em şirîkê van qetilkirinan na bin!

KOMELEYA DERÛNNASÊN PIŞTGIRIYA CIVAKÎ- TOPLUMSAL DAYANIŞMA İÇİN PSİKOLOGLAR DERNEĞİ  ( TODAP)
KOMELEYA DERÛNNASÊN TIRK –
TÜRK PSİKOLOGLAR DERNEĞİ ( TPD )
ODEYA BIJIŞKÊN STENBOLÊ –
İSTANBUL TABİP ODASI ( İTO)
YEKÎTIYA BIJIŞKÊN TIRK, BIJIŞKIYA JINAN Û BASKÊ TENDÛRISTIYA JINAN –
TÜRK TABİPLER BİRLİĞİ, KADIN HEKİMLİK VE KADIN SAĞLIĞI KOLU
TENDURISTIYA GIYANÎ DE KOMELEYA MAFÊN MIROVAN - 
RUH SAĞLIĞINDA İNSAN HAKLARI DERNEĞİ ( RUSİHAK)
DERÛNNASÊN CıVAKÎ-
TOPLUMCU PSİKOLOGLAR
KOMELEYA XEBATÊN TRAVMAYÊ –
TRAVMA ÇALIŞMALARI DERNEĞİ
KOMELEYA ŞÊWIRMENDÊN DERÛNNASÎ-
PSİKOLOJİK DANIŞMANLAR DERNEĞİ ( PD-DER)
PLATFORMA XWENDEVANÊN DERÛNNASΠ YA ZAGONA  PÎŞEYÊ -
PSİKOLOJİ ÖĞRENCİLERİ MESLEK YASASI PLATFORMU ( PÖMYAP )

 

ji TODAP

Daxûyaniya İstanbul LGBTT

Li dij kesên hevzayend, bîseksuel, trans û interseks êrîşên heyî her roj zêdetir dibin. Di dema amedekirina makezagona nû û Qanûna Sûcên Nefretê de hikûmeta ku hemû kampanyayên me meşandin ji nedîtî ve hat û ji guhê xwe ji hemû bangên me re girtin; peyama qetilkirinê bidomînin bi israr belav dike.
Bi sefseteya guhertina bajarvaniyê kolanên ku kesên Trans di nava ewlekariyê de lê dixebitin yek ji holê tên rakirin.
Piştî girtina kolana Dernekê di dema nêz de li kolana Daracik du avahiyên ku jinên Trans lê dixebitîn û lê dijîn ji aliyê Mudiriyeta Emniyetê ya Beyogluyê ve bişêwazekî bêhiqûqî bi mekîneyên kelijê (kaynak) hatin girtin.
Ev têgihiştin mîna xwedayina der a nefreta dewletê ya li dij mirovên trans li pêşberî me ye. Derxistina mirovên trans a ji herêmên hinekî ewle rê dide mirinên nû.
Di rûyê nûnerên sîstemê yên dixwazin bi amûrên zextê me biçewisînin re em diqîrin;
* Ji bo guhertina pergala ku ji ber meyldariyên me yên zayendî me ji kar diavêje, ji ber nasnameya me ya cînsî kar nade me;
* Ji bor şermezarkirina hêzên ewlekariyê yên „Qanûna Qabahatan“ mîna hincet nîşan didin û mafê me yê jiyanê bisînor dikin, herwiha dijwariya hêzên ewlikariyê ya li dij me ji bo ku em LGBTİ ne dimeşînin;
* Ji bo teşhîrkirina polîtîkayên sirgunkirina mirovên trans;
* Ne ji bo karkeriya seksê ya bi zorê ji bo ku em kar dixwazin;
* Ji bo karkeriya seksê mîna beşeka kar were qebûl kirin û em karibin mafên xwe yên sendîkayî bidest bixin;
* Ji bo em biqîrin ku sûcên nefretê ne sûcen munferîd in, hewldana tevkujiyeke li dij civaka LGBTİ’yan nin.
* Ji bo ku ji erka siyasî ya di bin navê „Kimkirina ceza ya ji ber tehrîka giran“ kujeran xelat dike re êm bêjin raweste
* Ji bo derbaskirina qedexeya Taksîmê ku sîstem vê yekê dixe hinceta êrîşên bêperwa yên li dij komên bindest
* Ji bo kedkarên ku ji bo sê qurîşan bi sedan metroyan di binê erdê de tên qebitandin, li terxane û fabrîkayan jiyana xwe ji dest didin.
* Ji bo ji serokwezîrê ku nefret û heqareta li dij Elewî, Kurd, Ermenî, Rûm û hemû hindikayiyên olî û netewî ji xwe mîna wezîfe dibîne em bêjin raweste;
* Ji bo Dora Ozer, Çagla Joker, Roşîn Çîçek, Ahmet Yildiz, Ebru Soykan, Îrem, Okan, Seda, Alî Bey, Ethem Sarisuluk, Hrant Dînk, Mehmet Ayvalitaş,
Abdullah Comert, Medenî Yildirim, Alî Îsmaîl Korkmaz, Berkîn Elvan, Ahmet Atakan, Hasan Ferît Gedik;
* Ji bo em bêjin qatilê LGBTİ’yan, jinan, kedkaran, Elewiyan, Kurdan û Ermeniyan dewlet e;
22’ê Hezîranê Roja Yekşemê Saet:17:00’an em ji Rawesgeha Tramvayê ya Taksîmê di meşin Meydana Tunelê.
GER TU TUNEBE EM GELEKÎ KÊM IN!

ji  Istanbul LGBTT Dayanışma Derneği

FDA xwest qedexeya bexşa xwînê bê nermkirin

13. 05. 2015

Tevî welatên Ewropayê, DYA’yê jî daxwaz kir ku qedexeya bexşa xwînê ya ji bo hevzayendan bê nermkirin.

Daîreya Derman û Xurekê ya Amerîkan (FDA) daxuyaniyek da û diyar kir divê qanûna ku bexşa xwînê ya hevzayendan qedexe dike bê nermkirin. FDA’yê li şûna vê qanûnê daxwaz kir ku bila şertê beriya salekê ketine têkiliya zayendî yan na, bê anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di tevayî temen de qedexekirina bexşa xwînê newekhevî ye.

DYA’yê di 1983’an de di dema ku vîrusa AIDS’ê belav bibû ji bo mêrên hevzayend qedexeya bexşa xwînê anîbû.  Ji sedî 7’ê nifûsa welat, mêrên hevzayend pêk tînin. Di rojên buhrî de hinek Saziyên Civaka Sîvîl û endamên Kongreyan ev mijar anî rojevê.

Bexşa xwînê, ligel hevzayend an bî-seksuelan, ji bo jinên ketine têkiliya zayendî, kesên tiryakê bikar tînin derbasdar e.

ji ANF

Ji bo hevzayendan mafê xwedîzarokbunê hat redkirin

Li Portekîzê kesên hevzayend ku dixwestin bibin xwedî zarok, pêşnuma zagonî ya ku kêm be jî derfet dida ku hevzayend zarokan ji xwe re bikin ewlad hat redkirin.. Piştî redkirina pêşnûmeyê, hevzayend nekarin êdî zarokên hevserê xwe jî bikin ewlad.

 Pêşnûmeya zagonî ku ji aliyê Partiya Sosyalîst a Muxalefetê hatibû amadekirin li Perlementoyê bi dengên Partşya Hikûmeta Muhafazakar (PPD) hate redkirin. Di dengdanê de li hemberî 112 dengên red 107 dengên erê hate bikaranîn. 4 parlementer jî bê biryar man. Şekla destpêka pêşnûmê di Gulana 2013’de di dema hevdîtinan li parlementoyê hatibu qebûlkirin.

Serokê Komeleya Lezbîyen Gay û Transseksuelan (İLGA) Paulo Corte-Real, da dîyarkirin ku, redkirina pêşnûmeyê em matmayî hiştin. Corte-Real got ku, biryara der heqê hevzayendan de em wekî derve hiştina hevzayandandibînin û ev biryara parlementoyê li dijî destura bingehîne.

Ji  Partiya Sosyalîst Teresa Leal Coelho jî diyar kir ku di meha gulanê de pêşnûma zagonî ku şekla wê ya destpêkê hatibu qebûlkirin doh ji aliyê hinek parlementeran dengên red hatine bikaranîn. Coelho,  bi encama dawî re me şikestina xeyalî derbas kir.
Li Portekîzê heta sala 1982’an welatiyên hevzayend dihat cezakirin. Dêra ku bi li tundî dijî  zagona zewaca hevzayenda derdikeve di 2010’an de ji aliyê Partiya çep bi dengên piranî hatibû serbest kirin.

New Jersey Rêkê Dide Zewaca Homoseksualan

Dadgeha bilind ya wîlayeta New Jersey, li rojhilata Amerîkayê, radigihîne ku homoseksual dikarin li wê wîlayetê bizewicin.

Dadgeha bilind ragihand ku her li roja Duşemê, 21’ê meha 10 vir ve kesên homoseksual dikarin li New Jersey dişên bizewicin.

New Jersey bû 14-emîn wîlayet li Amerîkayê ku rêkê bide zewaca homoseksualan. 
 
ji VOA

Keşe ji bo zewicandina hevcinsan ne hemfikir in

 27 09 2011
Li civîna salane ya dêra Swêdê ya ku doh destpê kir heta niha heşt keşeyan serî lêdane ji bo mafê wan yê zewicandinê paşve bê wergirtin ji ber ku ew naxwazin cotên hevcins bizewicînin. Ji sala 2009an ve qanûna zewicandinê guheriye û du kesên ji heman cinsî dikarin bi hev re bizewicin. Biryara zewicandina hevcinsan her keşe bixwe dide û yên ku biryar dane ku ji mafê xwe yê zewicandinê bibin ew in yên ku nexwestine hevcinsan bizewicînin.

Yek ji keşeyên ku serî lêdaye ji bo mafê wî yê zewicandinê betal bibe, Håkan Sunnliden e ku nexwestiye hevcinsan bizewicîne. 
- Ev tradîsyona 2000 salan e û ez dixwazim wiha bimîne lê me dixin rewşek nediyar ya ku li dijî dêrê bixwe ye. Nezelaliyek heye ku divê nebûya. Em di civakek pireng de dijîn.  Misilmanan dizewicin û cihû dizewicin. Divê ev mijar neyê danîn ser milê civatên ayînî.
Ev pirsek dewletî ye. Divê zewaca medenî zelal be û her civatek ayînî bixwe biryara zewicandinê bide, Håkan Sunnliden di bernameya nûçeyan ya televizyona Swêdê Aktuellt de got.   
Lê Helle Klein ya mêvana heman bernamê û bixwe keşeya dêra Swêdê, dibêje dêra Luterî şîroveyên xwe li gorî cîh û dema xwe dide û biryara zewicandina hevcinsan ji aliyê komîsyona dêrê, metranan û civîna dêrê ve hatiye dayîn.