(Translated by https://www.hiragana.jp/)
ANF | Dadgeha Ceza ya Navneteweyî biryara girtina Netanyahû da
NÛ BÛ

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî biryara girtina Netanyahû da

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên li Şerîda Xezeyê kiriye, biryara girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû da.

Di daxuyaniya ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de ku li Laheyê ye hate gotin, "Li gorî belgeyên ji aliyê ofîsa min ve hatin komkirin û lêkolînkirin, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant herî kêm ji 8'ê Cotmeha 2023'an û pê ve li xaka dewleta Fîlîstînê (Şerîda Xezeyê) ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê xwedî berpirsyarî ye û ji bo vê yekê hincetên min ên maqûl hene."

Dozgerê ÛCM’ê ji bo lîderên Hamasê jî ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û yên li Xezeyê kirine, daxwaza girtinê kir.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galland nerazîbûn nîşanî fermana girtinê da û got: "Nîşaneya bêedaletî û têkçûna exlaqî ye ku lîderên welatekî demokratîk ên ji bo parastina xwe têdikoşin û lîderên rêxistineke terorîst û xwînrij mîna hev bêne nîşandan."