(Translated by https://www.hiragana.jp/)
ANF | DEM Partî: Em êşa Çerkezan a beriya 160 salan, parve dikin

DEM Partî: Em êşa Çerkezan a beriya 160 salan, parve dikin

Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê ragihandin ku ew “êşa mezin” a Çerkezên ku beriya 160 salan rû bi rûyê komkujiyan man, parve dikin.

Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mûtlû û Mahfûz Guleryuz têkildarî salvegera 21’ê gulana 1864’an a sirgun û qetilkirinên gelê Çerkez ê di dema dagirkeriya Rûsyaya Çaritiyê de hatibûn pêkanîn, daxuyaniyekî parve kirin.

Di daxuyaniya bi sernavê “Em êşa Çerkezan a 160 sal berî niha jiyabûn parve dikin” hatiye dayîn de rewşa 1,5 milyon Çerkezên ku 160 sal berî niha belavî bajarên Anatoliya û gelek welatên cîhanê hatine kirin û 500 hezarê zêdetirî wan ên ku jiyana xwe dane bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Çerkez li hemû welatên ku tê de dijîn têkoşîna demokrasî, azadî, edalet û nasnameyê didin û daxwazin ev têkoşîn di çarçoveya mafên wekhevî were nirxandin. Divê mafên ziman û çandê yên çerkezên li Tirkiyeyê dijîn were dayîn, navên gundên wan ên hatine guherandin were dayîn, vegera wan a welatê xwe bêyî şert wek madî û manevî were pêkanîn. Em wek DEM Partî bang dikin ku daxwazên çerkezan ên nasnameyî, zimanê zikmakî, çandî û jiyana daxwaz dikin wek mafên demokratîk û azadiyê werin qebûlkirin. Em êşa çerkezan ji dil ve parve dikin.”