(Translated by https://www.hiragana.jp/)
ANF | Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin: 15 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin: 15 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê bi hinceta 1’ê Gulanê bi ser malan de hate girtin û herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.

BINÇAVKIRINÊN BI HINCETA 1’Ê GULANÊ

Li Stenbolê di saetên siharê de bi ser gelek malan de hate girtin. Endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Ciwanên Şoreşger, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) û Înîsiyatîfa Meclîsên Sosyalîst (SMÎ) jî di nav de, herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.

Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Fatîhê.

Hat ragihandin ku hincetê binçavkirinan ew e ku 1’ê Gulanê dema ji Saraçhaneyê derketin Taksîmê li dijî barîkata polîsan li ber xwe dan.

Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.