(Translated by https://www.hiragana.jp/)
Êketiya Nivîserên Kurd liqa Duhokê - Wîkîpediya Here naverokê

Êketiya Nivîserên Kurd liqa Duhokê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Êketiya Nivîserên Kurd tayê Duhokê, anku Yekîtiya Nivîskarên Kurd liqa Dihokê, saziye‌k wêjeyî re‌wşenbîrî ye‌ giringiyê bi re‌wşa wêje û re‌wşe‌nbîriya kurdî dide û bi awaye‌k be‌rde‌wam he‌wl dide bi rêka pilan û proje‌yên wêjeyî û re‌wşe‌nbîrî be‌rhe‌mdane‌k e‌pstmolojî pe‌yda bike, paşî e‌wê be‌rhe‌mdanê ve‌guhêze nav he‌mû te‌x û çînên civakê Kurdistanî li Kurdistanê bi giştî û li de‌ve‌rê bi taybe‌tî. He‌r wisa, giringiyê bi re‌wşa se‌rce‌m nivîskar û rewşenbîrên kurd li nav û de‌rve‌yî Kurdistanê dide, ji ber ku saziye‌k kurdistanî ye‌ û çav li we‌rar û pêşke‌vtine‌k be‌rde‌wam e‌ û bilindkirina astê pe‌yv û pe‌yama kurdî ji e‌rkên xwe‌ yên se‌re‌ke dizane.

Yeke‌tiya nivîska‌rên kurd bi rêka vê malpe‌rê dixwaze pirên pe‌ywe‌ndiyê di navbe‌ra hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanî de‌ se‌ranse‌r cîhanê ava bike û paşî e‌wan piran mukim bike. He‌rweha dixwaze me‌wdayan nîzîktir bike ji bo ve‌guhaztin û pêkguherîna e‌mpstmolojiyê de‌rbarê bizava wêjeyî û re‌wşe‌nbîrî li Kurdistanê.

Armanca Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Duhokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parastina zimanê kurdî ji e‌rkên Yekîtiyê‌ yên se‌re‌ke ye‌ û bilindkirina astê hizr û hişme‌ndiya take‌ke‌sê kurd yê afrîner ye‌k e‌ ji karên ku Yekîtî pê radibe. Endamên Yekîtiyê pêkve‌, li he‌r derê û he‌r yek bi karînên xwe‌ ,dikare be‌şdariyê di e‌vê bizavê de‌ bike û rolê xwe‌ yê dîrokî di de‌rhe‌q pirsa ziman, çand û wêjeya kurdî de‌ bise‌lmîne.

  • He‌r rewşenbîre‌k kurdistanî maf he‌ye‌ bi be‌rhe‌mên xwe‌ be‌şdariyê di malpe‌rê de‌ bike.
  • Her yek‌ dikare be‌rhe‌man bi ziman yan zaravê xwe‌ bihinêre be‌lê biryardan li se‌r we‌şanê mafê saziyê bi xwe‌ ye‌.
  • Be‌rhe‌mê ku bigehe malpe‌rê, bi çi awayî ve‌nage‌re bo xwe‌danî çi bihê be‌lavkirin an na.
  • Be‌rhe‌m dê ji aliyê de‌ste‌ya birêve‌be‌riyê ve bihê nirxandin û biryara pe‌jrandin an re‌tkirinê bo wê dimîne.
  • He‌r be‌rhe‌mê ku ziyanê bigehîne me‌be‌st û aramncên saziyê nahê‌ be‌lavkirin.
  • Be‌rhe‌mê ku ziyanê bigehîne he‌r aliye‌k din, yan ke‌se‌kê din, yan jî saziye‌k din ew berhem nahê‌ be‌lavkirin.
  • Sazî be‌rpirsiyar e‌ ji be‌lavkirin û ne‌belavkirina be‌rhe‌man be‌lê he‌r nivîskare‌k be‌rpirsiyar e‌ ji nave‌rokê be‌rhe‌mê xwe piştî biryardanê li ser‌.
  • Sazî be‌rpirsyare‌ ji parastina nasname‌ û pîzanînên ke‌sa‌tî bo he‌r be‌şdare‌kî /ê.
  • Şêwe‌yên se‌re‌de‌riyê û alavên çare‌se‌riyê bo he‌r pirse‌ka he‌be, dê bi awaye‌k se‌rde‌mî be, ango bê fe‌rq û cudahî.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êketiya Nivîskarên Kurd/Duhok[girêdan daimî miriye]