(Translated by https://www.hiragana.jp/)
2ê nîsanê - Wîkîpediya Here naverokê

2ê nîsanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
<< Nîsan 2024 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30
Rojên salê
  • 1994 – Reveberê DEP'a Şemzînanê Kazim Sîgîn hatiye kuştin.
  • 1995 – Li Başûrê Kurdistanê, di dema operasyona artêşa tirk ya bi navê Çelik de 7 cotkarên kurd ku li ser rê bûn û dixwestin biçin navçeya Sersingê, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin serjêkirin.
  • 2001 – Gerîlayê kurd Müslüm Aslan yê bi navê kod Serkeftin ê ji Efrînê, li çiyayên Garê jiyana xwe ji dest da.
  • 2002 – Damezirandina Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistan PÇDKê li bajarê Brukselê bi civîneke çapemeniyê hatiye îlankirin.
  • 2016 – Li Nisêbînê di dema qedexeya derve de (roja 20.), hêzên YPSê bi vedana xefka bombeyî ya di avahiyekê de 6 leşkerên tirk kuştin. Di heman êrîşê de 4 leşker jî brîndar bûn.[1]
  • 1845 – Bezm-î Alem Valîde Siltan, ji bo misilmanên feqîr yekem nexweşxaneya sîvîl a bi navê "nexweşxaneya Gureba" ji xizmêtê re vekir.
  • 1970 – Serxwebûna Qeterê hatiye îlankirin.
  • 1902 – Yekemîn sînema hatiye damezrandin.
  • 1922Stalîn bû sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Yekîtiya Sovyetê.
  • 1948 – Çîroknivîsê tirk, Sabahattin Ali bi komployekê hatiye kuştin.
  • 1962 – Yekem filîmê derhênerê rûsî, Andrey Tarkovskî, Zarokiya Îvan li Rûsyayê hatiye nîşandan. Ji awirê hûnera sînemayê ev filîm pir girînge û filîmê mezûniyeta Tarkovskî ye jî.
  • 1973 – Leşkerên Îsraêlê li ser Bêrûtê operasyon lidarxistin. Di operasyonê de 3 serokê rêxistina Rizgariya Filîstînê hatin kuştin. Li ser vê yekê li Libnanê xwepêşandanên berfireh ên piştgiriya bi Filîstînê re hatin lidarxistin.
  • 1982 – Piştî ku Arjentînê giravên Falklandê dagir kir, di 2ê nîsanê û 14ê hezîranê de di navbêra brîtanî û Arjentînê de şerê Falklandê derket.
  • 1985Îsraêlê di berdêla ku filîstîniyan 3 leşkerên Îsraêlê serbest berdan 1100 filîstînî serbest berdan.

Cejn û salveger

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

(Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)