Alija Izetbegović
Alija Izetbegović | |
---|---|
Jidayikbûn | 8 tebax 1925 Šamac (Keyaniya Yûgoslavyayê) |
Mirin | 19 çiriya pêşîn 2003 Sarayevo |
Sedema mirinê | Cardiovascular disease |
Cihê goristanê | Kovači Cemetery |
Hevwelatî | Komara Yûgoslavyayê ya Sosyalîst a Federal (–1992), Bosniya û Herzegovîna (1992–) |
Perwerde | |
Pîşe | |
Meqam | |
Partiya Siyasî | |
Zarok | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Alija Izetbegović (jdb. 8ê gelawêjê 1925 – m. 19ê kewçêrê 2003) siyasetmedar, hiqûqnas, fîlozof û nivîskarekî îslamî yê Bosnayî bû ku di sala 1992an de bû serokê yekem Serokatiya Komara Bosniya û Herzegovîna ya nû serbixwe. Heya sala 1996an di vê erkê de xebitî û heya sala 2000î bu endamê Serokatiya Bosniya û Herzegovînayê.
Izetbegoviç damezrîner û serokê yekem yê Partiya Çalakiya Demokratîk bû. Di heman demê de ew nivîskarê çend pirtûkan bû, bi taybetî Îslama di navbera Rojhilat û Rojava de û Daxuyaniya Îslamî.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Alija Izetbegović di 8ê tebaxa sala 1925an de li bajarê Bosanski Šamac hatiye dinyayê. Ew ji pênc zarokên sêyemê malbata xwe bû ku du kur û sê keçên dêûbavê Mustafa Izetbegović û Hiba (başnava berê Džabija) Izetbegović e. Malbata wî malbatek navdar lê feqîr bû ku ji arîstokratekî berê, Izet-beg Jahić, ji Belgradê ku piştî vekişîna leşkerên Osmanî yên dawî ji Serbistanê di sala 1868an de koçî wîlayeta Bosnayê bûne. Malbata Jahić bi sed salan li Belgradê jiyana kirin e. Kalê Îzetbegovîç, Alîja, dema li Ûskudarê leşkerî dikir, bi jineke tirk[1] a bi navê Sîdîka Hanîm re zewiciye. Di dawiyê de ew zewac koçî Bosanski Šamac kirin û pênc zarok bûn. Bapîrê Izetbegović paşê bû şaredarê bajêr û hate ragihandin ku piştî kuştina Gavrilo Princip a Archduke Franz Ferdinand ê Awistirya di hezîrana sala 1914an de, çil Sirb ji darvekirinê bi destê rayedarên Awistro-Macarîstanê xilas kir.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Carmichael, Cathie (2015), A Concise History of Bosnia, Greenwood Publishing Group, p. 178, ISBN 978-1-316-39529-5
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |