(Translated by https://www.hiragana.jp/)
EBDULKERÎM FINDÎ |
The Wayback Machine - https://web.archive.org/web/20150702205536/http://findi.info/ebdulkerim-findi/

EBDULKERÎM FINDÎ

Nivîskarekî Kurd e

E.KERÎM FINDÎ

 

– Di sala 1946´an de li gundê Qarqarava-Devera Doskîya- başûrê bajarê Duhokê ji dayik bûye.
– Di Payîza sala (1951)an de, digel xêzana xwe li bajarê Duhokê akincî dibe, û li wir xwendina xwe ya seretayi û amadeyi bi dawî tîne.
– Endamê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bû , û têde gihiştiye pila endadamê mekteba sikirtarîyetê (1959 – 1974 ).
– Di salên (1959-1974) an de endamê Yekêtîya Qotabîyên Kurdistanê bû, têde gehiştîye pila endamê mekteba sikirtarîyetê.
– Di (9.6.1963)an de gehiştîye nêv rêzên şoreşa Îlonê.
– Di sala (1965)an de bûye endamê lijna nawça Duhok ya P.D.K.
– Di (11.10.1970) an de bûye endamê Yekêtîya Nivîserên Kurd.
– Di sala (1974)an de zankoya Musil–kolîja adab/pişka zimanê ingilîzî bi dawî anîye.
– Wek mamosta tê damezrandin li amadeya Birayetî / Duhok .
– Di sala 1984´an de dibe rêveber li navinciya Memê Alan / Duhok .
– Di sala 1986an de ji ber helwîstê wî yê netewayetî bo amadeya Dihok ya êvaran tê veguhastin.
– Piştî serhildana buhara sala (1991)an dibe rêveberê amadeya Pîşesazî li Dihokê.
– Di roja 8.4.1993´an de û di yekemîn kabîneya hikumeta herêma Kurdistanê de wek rêveberê giştî yê çand û hunerî di wezareta Rewshnbiriya hukmeta herêma Kurdistanê de tê damezrandin.
– di sala (2002)an de buuye reeveberee gishtii yee ragehandinee di wezareta Rewshnbiriya hukmeta herêma Kurdistanê de.
– di sala (2004)an de uu ji ber nexweshiya wii ji aliiyee tendirostiive, dibe reeveberee gishtii di diiwana wezreta Rewshnbiriya hukmeta herêma Kurdistanê de.
– Hatiye hilbijrtin wek sikirtêr di piraniya desteyên rêveber yên Yekîtiya nivîserên Kurd /Duhok.
– Hatiye helbijartin wek endam di desteya rêveber ya Yekîtiya nivîserên Kurd li herêma Kurdistanê her ji sala (1984-1991).
– Wek nunerê tayê Kurdistan hatiye hilbijartin di civata navîna ya Yekêtiya Turevan û Nivîserên Iraqê de her ji sala ( 1986-1991).
– Pişikdarî di piraniya kongireyên Yeketîya Nivîserên Kurd da kiriye, zêdebarî sê kongireyên yeketiya niviser û turevanên iraqê, her wesa kongirê (15) yê yeketiya niviserên ereb ku li adara sala 1986an de li bexda hatibû bestin.
– Pişikdarî di festîvala ( Merbid) ya (6-7-8) ê de kiriye.
– Endamê desteya nivîsîna kovara BEYAN bûye , ya ku ji aliyê dezgehê çand û balavkirina kurdî li Bexda ve dihate weşandin .
– Endamê desteya nivîsîna kovara NUSERî KURD xula sisyan bûye .
– Endamê nivîsîna kovara PEYV bûye , ya ji aliyê Y.N.K /Duhok tê weşandin.
– Wek sikirtêrê nivîsînê di kovara METÎN de xula sisyan karkiriye ji hejmar 1-18.
– Di sala 1997´an de sernivîserê kovara KARWAN bûye , ji hejmar 107 – 114 , ya ji aliyê Wezareta çanda hukmeta herêma Kurdistanê ve tête weşandin .
– Sikirterê nivîsîna kovara KARWANî EKADîMî bûye , ya ji aliyê wezareta çanda hukmeta herêma Kurdistanê ve tête weşandin .
– Sernivîserê kovara (Dicle) bû her ji weşana wê ta rawestana wê ji weşanê (42 hijmar), ku ji alîye wezareta roşinbîrya hikumeta herêma kurdistanê ve bi tîpên latînî dihat weşandin, ev kovar yekemîn kovar bû bi tîpên latînî li hermêma kurdistanê tê weşandin.
– Yek ji damezrênerên Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê bû.
– Yek ji damezrênerên Komela Dostînîya ( Kurdî – Erebî) bû.
– Yek ji damezrênerên Mala Hunerî bû li Hewlêrê.
– Serokê civata Şana Hunerî bû li Duhokê.
– Zêdebarî çendîn kar û berpirsyaretîyên din.
– Di piraniya kovar û rojnameyên kurdî de yên ku li Iraqê hatine weşandin berhemên xwe (vekolînên edebî , rexneyî , folklurî , babetên dîrokî li ser dîroka Kurdan ) weşandine .

– Zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî dizane.
– Bi alfebêya (Latînî, Erebî, Eklîrkî – Silavî) jî dizane.

Berhemên çapkirî:

– DÎWANA HOZNVAN BEKIR BEGÊ ERIZÎ, Kommirin û Tujandin, 1982, (Bi zimanê Kurdî ye)

– MEYRO, Pirtuka mamosta M.Emin Bozerselan, Veguhastin ji pitên Latînî bo pitên Erebî, 1985, (Bi zimanê Kurdî ye)

 – GULCIN, Pirtuka mamosta Ordîxanê Celîl, Veguhastin ji pitên Eklîrkî bo pitên Eerebî, 1982 (Bi zimanê Kurdî ye)

– ŞOREŞA ÎLONÊ LI KURDISTANA ÎRAQÊ, Danan, 1995, (Bi zimanê Erebî ye)

– RÊBERÊ PARÊZGEHA DUHOKÊ, Danan, 1995, (Bi zimanê Erebî ye)

HOZÊT KURDI LI BAKURA WîLAYETA MUSIL, Wergeran ji zimanê Ingilîzî, 1996 (Bi zimanê Kurdî ye)

– PARTÎ LI SER DEMÊ MIŞEXTBUNA BAEZANÎ, Danan, 1998, (Bi zimanê Kurdî)

– AMÊDÎYÊ DI ÇERXÊN CUDA DE, Tujandin, 1995, (Bi zimanê Erebî ye)

– YOBÎLA ZÊRÎNA PÊŞMERGEYÎ, Veguhastin ji tîpên Erebî û diyalêkta Kurdmanciya jêrî bo ser tîpên Latînî û diyalêkta Kurmanciya jorî, 1999, (Bi zimanê Kurdî ye)

– BARZANî XWE NADE DEST KESÊ, Veguhastin ji tîpên Erebî û diyalêkta kurdmanciya jêrî bo ser tîpên latînî û diyalêkta krmanciya jorî, 2001, (Bi zimanê Kurdî ye)

– FESTIVALA XANI, Berhevkirin, 1996, (Bi zimanê Kurdî)

– KELÊN BADÎNAN Û ÇEND CIHÊN WÊ YÊN ŞUNWARÎ, Danan, 2012, (Bi Zimanê Erebî ye)

– ZIMANÊ KURDÎ LI DEVERA BEHDÎNAN, Wergeran ji zimanê Ingilîzî, 2012, (Bi Zimanê Erebî ye)