Guy Fawkes
Guy Fawkes | |
---|---|
Jidayikbûn | 13ê nîsana 1570an York, Înglistan |
Mirin | 31ê kanûna paşîn a 1606an Westminster, London, Înglistan |
Sedema mirinê | Cervical fracture (Cezayê mirinê) |
Navê din | Guido Fawkes, John Johnson |
Hevwelatî | Înglistan |
Perwerde | |
Pîşe | |
Meqam | |
Mezheb | Katolîk |
Ceza | Xayintiya bilind |
Dê û bav |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Guy Fawkes, ku wekî Guido Fawkes jî tê zanîn (jdb. 13ê nîsana 1570an - m. 31ê kanûna paşîn a 1606an), leşkerekî înglîz ê katolîk bû ku li bajarê Yorkê, ji dayik bûye. Ew ji bo "Teqandina Avahiya Parlamena Îngilîzî" di "Komploya Şûre" ye 5ê çiriya paşîn a 1605an de hat wezîfedarkirin.
Jiyanâ wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Guy Fawkes di sala 1570ê de li Stonegate, Yorkê ji dayik bû. Ew diduyan ji çar zarokên Edward Fawkes bû, serwer û parêzvanê dadgeha konseya li York [1] û jina wî Edith (Navê dayika diya Fawkes wekî Edith Blake[2] an Edith Jackson[3] tê dayîn). Dîroka jidayikbûna Fawkes, ne diyar e lê ew di 16ê nîsanê de li dêra St Michael le Belfrey, York hate imad kirin. Ji ber ku ferqa adetî di navbera jidayikbûn û vaftîzmê de sê roj bû, ew belkî di 13ê nîsanê de ji dayik bû.[4]
Guy Fawkes, li dibistana St. Petrus perwerde bû. Di nav hevalê xwendekarên Fawkes de John Wright û birayê wî Christopher (her du jî paşê bi Fawkes re di Komploya Barûtê de beşdar bûn) û Oswald Tesimond, Edward Oldcorne û Robert Middleton, ku bûne rahîb (paşîn di 1601ê de hate darve kirin).[5]
Piştî ku ji dibistanê derket Fawkes kete xizmeta Anthony Browne, Viscount Montagu ye yekem. Browne, ji Fawkes nefret kir û piştî demeke kin ew ji kar derxist; ew di pey re ji aliyê Anthony-Maria Browne (Viscount Montagu ye duyem, ku di 18 saliya xwe de ket şûna bapîrê xwe), hate xebitandin.[6]
Pîşeyâ leşkerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di çiriya pêşîn a 1591an de Fawkes milkê li Cliftonê (York) ku wî ji bavê xwe mîras girtibû firot.[7] Ew çû parzemînê da ku di Şerê Heştê Salî de ji bo Spanyaya katolîk li dijî Komara Holenda ya nû û ji 1595 heta Aştiya Vervins di 1598an de, li Fransayê de şer bike. Her çend Îngilîstan wê demê ne di operasyonên bejayî yên li dijî Spanya'yê de bû, her du welat hîn jî di şer de bûn. Ew tevlî Sir William Stanley bû, fermandarek katolîk û kevnare yê Îngilîzî di çil sali ye. Fawkes di sala 1596an de, di Dorpêçkirina Calaisê de bûbû alférez an jî efserekî biçûk. Piştî dorpêçê, ji ber ku şerekî baş kir, 1603yan de ji bo kaptantîyê hatibû pêşnîyarkirin.[3] Wê salê, ew çû Spanya'yê ku ji serhildanek katolîk a li Înglistanê piştgirî bigere. Li ser vê sedema, wî guhertoya Îtalî ya navê xwe "Guido" ji bo pejirandinê bikar anî û wî, James I, wekî "rêşaş" binav kir ku mebesta wî "derxistina tevahiya mezheba Papîst ji Îngilîstanê" ye. Wî, Skotlenda û hezkiriyên qiral di nav mîrekên Skotlendî de şermezar kir û nivîsand "wê ne mumkin be, ku van her du miletan, ji bo demek dirêj li hev bên".[8] Digel ku ew bi nazdarî hate pêşwazî kirin jî, dîwana Philip III nexwest ku piştgirî bide wî.[9]
Komploya Şûreyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fawkes ku di dîroka Îngilîzî de "xayin"ê herî mezin tê hesibandin, di sala 1593yan de bû katolîk û li Holendayê tev li kontingjena artêşa Spanyayê bû. Guy, ku di demek kurt de bi hişmendiya xwe ya leşkerî xwe da nas kirin. Di sala 1604an de vegeriya welatê xwe. Li vir ew bi Robert Catesby û komplogerên din re hevdîtin kir. Ew bi awayekî aktîv beşdarî "Komploya Şûreyê", ya li dijî qiralê Protestan ê kevneperest James I, malbata qiral û hemû arîstokratên din bû.
Diwanzdeh komplogerên, ji bo ku di rêveberiya Dewleta Brîtanyayê û rejîma padîşah a katolîk de şoreşeke radîkal pêk bînin kom bûn, biryar dan ku Avahiya Parlamena Înglistanê ya li Qesra Westminsterê di civîna aristokratiyê de (di çiriya pêşîn an çiriya paşîn wê salê de dubare kirin) biteqînin. Serokê tîmê, Robert Catesby, di heman demê de, hewl dida ku beşdarî komê zêde bike. Francis Tresham, ku paşê tevlî komê bû, yek ji merivan xwe Lord Monteagle katolîk, agah kir ji bo di 5ê çiriya paşîn de neçî parlamenê. Ji ber vê agah kirinê, komplo, eşkere bû. Fawkes, 5ê çiriya paşîn nîvê şevê bi 36 heb şikevkê şûre li jêrzemînên parlamenê hatibû girtin.
Îşkence û mirinâ wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi îşkenceyên cûrbecûr re rû bi rû ma û bi darê zorê, navên peyrewên xwe da. Fawkes, ku di dadgeha ku ew anîne de ji ber îxanetê hat mehkûm kirin, di 31ê kanûna paşîn a 1606an de li ser qesrê, hat dardekirin.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Haynes, Alan (1994). The Gunpowder Plot: Faith in Rebellion [en] (bi îngilîzî). Hayes and Sutton. r. 28-29. ISBN 0-7509-4215-0.
- ^ "The Gunpowder Plot Society". web.archive.org. 18 adar 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 adar 2010. Roja gihiştinê 27 nîsan 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b c Nicholls, Mark (2004). Fawkes, Guy (bap. 1570, d. 1606). Oxford University Press. doi:10.1093/ref:odnb/9230. Ji orîjînalê di 2023-4-28 de hat arşîvkirin.
{{cite book}}
: Nirxên tarîxê kontrol bike:|roja-arşîvê=
(alîkarî) - ^ Fraser, Antonia (1996). The Gunpowder Plot. Phoenix. r. 84. ISBN 0-7538-1401-3.
- ^ Fraser, Antonia (1996). The Gunpowder Plot. Phoenix. r. 84-85. ISBN 0-7538-1401-3.
- ^ Fraser, Antonia (1996). The Gunpowder Plot. Phoenix. r. 85-86. ISBN 0-7538-1401-3.
- ^ Di nav; Peter Beal, A Dictionary of English Manuscript Terminology, 1450 to 2000 de ji bo firotanê peymanek îmzekirî tê de ye.
- ^ Fraser, Antonie (1996). The Gunpowder Plot. Phoenix. r. 89. ISBN 0-7538-1401-3.
- ^ Fraser, Antonie (1996). The Gunpowder Plot. Phoenix. r. 87-90. ISBN 0-7538-1401-3.