(Translated by https://www.hiragana.jp/)
Peykerê xaneyê - Wîkîpediya Here naverokê

Peykerê xaneyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Peykerê xaneyê (bi înglîzî: cytoskeleton / cell skeleton) tora rîşên proteînên nav sîtoplazmayê ye

Hemû xane xwediyê peyker in. Peyker şikil dide xaneyê. Endamokên xaneyê bi alîkariya peykerê xaneyê, di nav sîtoplazmayê de cih diguherin, an jî xwe bi peykerê xaneyê ve girê didin û ciyê xwe sabit dikin. Li gel endamokan, xane jî bi alîkariya peyker dilive. Herwisa peykerê xaneyê dema dabeşbûna xaneyê de ji bo parvebûna kromozom û sîtoplazmayê jî alîkarî bi xaneyê dike. Peykerê xaneyên eukaryotî ji sê cor proteînan pêk tê.

Deziyê aktînê (actine filament)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Aktîn bi rengê sor, mîkrotubul bi rengê kesk dixuye

Deziyê navber (intermediate filament)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Rîşaloka navber di sîtoplazmayê de, di nav endamokan de belav bûyî ye.
  • Zexmbûna xaneyê pêk tîne.
  • Xaneyê bi xaneyên cînar ve girê dide.
  • Di navikê de ji bo zexmbûna qalika navikê qata navikê (nuclear lamina) çêdike.

Mîkrotubul (microtubules)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]