(Translated by https://www.hiragana.jp/)
Peymana Lozanê - Wîkîpediya Here naverokê

Peymana Lozanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tixûb li gorî Peymana Lozanê

Peymana Lozanê, peymaneke ku di 24ê tîrmeha sala 1923an de di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanî yê Yekem û Civata Neteweyî ya Mezin ya Tirkiyê li bajarê Lozanê hatiye vajokirin. Bi vê peymanê, welatê kurdan (Kurdistan) hatiye dabeşkirin û di navbera dewletên weke Tirkiyê, Iraq û Suriyê de hatiye parvekirin. Bi vê peymanê, Peymana Sêvrê ku berê di navbera hevalbendan û Împeratoriya Osmanî de hatibû vajokirin hatiye betalkirin. Peymana lozanê di dema Konferansa Lozanê ya salên 1922-23 de hatibû gotubêj kirin û li bajarên Qesra Rumine û Lozan a Swîsreyê di 24 tîrmeh sala 1923an de hate vajokirin.[1][2] Peyman bi fermî bi heceta nakokiyên ku di destpêkê de di navbera Împeratoriya Osmanî û Komara Fransa ya Hevalbend, Împeratoriya Brîtanî, Keyaniya Îtalyayê, Împeratoriya Japonî, Keyaniya Yewnanistanê, Keyaniya Serbistanê û Keyaniya Romanyayê de ji destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem ve hebû hatiye lidarxistin.[3] Nivîsara resen û orîjînal ya peymanê, bi zimanê fransî ye.[3]

Binpêkirina mafên kurdan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

İsmet İnönü li konferansê aniye ziman, ku ew li ser navê Tirk û Kurdan tevilê konferansê dibe lê di dawiyê de tu mafên kurdan nehatine parastin. Ji xeynî Îsmet Înonû, nûnerek bi navê Zulfî Tîgrel (Zulfîzade Zulfî yan jî Zulfî Bey) bi wan re çûye Lozanê û li wê derê, vî Zulfîyî gotiye ku ew li ser navê Kurdan li wir e û tu daxwaziyeke Kurdan tuneye. İnönü û Tigrel bihev re Kurd rasterast bê war û welat hiştine. Aliyên Lozanê û tirkan, li ser kurdan, di rojekê de li hev kirin û ku êdî careke din qet qala kurdan li Lozanê çênabe. Peyva Kurd yek carekê jî di nivîsara peymanê de derbas nabe.

Piştî derkirina hêzên Yewnanê ji aliyê artêşa tirkan bi seroktiya Atatûrkî, hikûmeta nû ya tirkan Peymana Sêvrê mandel kir. Danûstandin di Konfransa Lozanê de dest pê bûn. İsmet İnönü nûnerê tirkan bû. Danûstandinan çend mehan vekêşan. Li 20ê Çirya Pêşîn 1922yan, konfransê dubare dest bikarê xwe kir. Di 4ê Sebata 1923yan, Konferans sekinî. Di 23ê nîsana 1923yan de nîqaş ji nû da dest pê bûn û di 24ê Tîrmeha 1923yan de lihevhatin hat morkirin. Bi vî awayî hêviyên kurdan avê re çûn.

Nêrîna giştî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peymana Lozanê, tevî hin lihevhatinên dewleta Tirkiyê yên din, hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Îranê de hate dabeşkirin. Di her beşê de tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin ber talankirin û pişaftina Tirk, Ereb û Farisan.

Li hemberî evqas zehmetiyan jî, Kurdan ti carî dev ji tekoşîna serxwebûn û azadiyê bernedan û hewl dan ku di her keysê de serbixwe bibin. Di 22'ê Çileya 1946'an de, Kurdên li Kurdistana di bin destê Îrane de, di bin serokatiya Qazî Mihemed de, Komara Kurdistanê ya li bajarê Mehabadê saz kirin. Mixabin vê carê jî gelê Kurd bû goriyê berjewendiyên navneteweyî û bê destek man. Komara Kurdistanê piştî damezirandina xwe bi 11 mehan, bi tevkujiyan re rûbirû ma û ji holê hate rakirin.

Komara Tirkiyê û Kurdistan Herweha di nav tixûbên Tirkiyê de, piştî damezirandina Komara Tirkiyê, Kurdan 28 caran serî hildane: Ev hijmara serhildanan, ji aliyê serokkomarê Tirkiyê yê berê S. Demirel bi xwe ve hatiye eşkere kirin.

Di destpêka damezirandina Komara Tirkiyê de, Mistefa Kemal di hevpeyvîneke bi rojnamevanan re (16'ê Çile 1923yan) vê daxuyaniyê dide: "Pirsgirêka Kurd dê qet nebe kelem/qelem li hember berjewendiyên me Tirkan. Ji ber ku wekî hûn jî pê dizanin, kesên Kurd bi awayekî wisa bicîbûne, ku ew li hin deveran bi piranî ne. Lê heger em bixwazin pirhijmariya wan kêm bikin û tixûbekî bixin navbera me û wan de, wê demê em tirkîtiyê û Tirkiyê mehf dikin. Divê em wê demê tixûb bikşînin heya bi Erziromê, Erzincanê, Sêwazê, Xerpûtê. Heta divê em êlên Kurd yên li çola Konya jî berbiçav bigrin. Ji ber van egeran, li şûna fikrekî kurdîtî, ji xwe li gorî zagona me ya bingehîn, hin xudmuxtariyên herêmî dê bên sazkirin. Wê demê, gelê kîjan bajarî Kurd be, ewê xweser xwe bi rê ve bibe. Ji bilî vê, dema qala gelê Tirkiyê bête kirin, divê ew jî (Kurd jî) di nav de bêne derbirîn. Gava neyên derbirîn, divê em li bendê bin ku ewê pirsgirêkan derbixin. Niha Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê (TBMM), ji nûnerên Tirkan û Kurdan pêk tê û van herdu gelan tevahiya hatin û pêşeroja xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî hevpar e. Ne di cî de ye, ku mirov rabe tixûbekî cuda xêz bike…"
(Arşîva Damezraweya Dîroka Tirkiyê, hijmara belgeyê: 1089.)

Ev belge, ji bo çi armancê dibe bila bibe, dide nîşandan ku sazûmankarên dewleta Tirkiyê yên destpêka salên damezirandina Komarê, di derbarê pirsgirêka Kurd de xwedî nêzîkbûneke zelal bûn.

Yek: Divê ti tixûb neyên kişandin, ango dabeşîn nebe.
Du: Kurd, li bajarên ku tê de bi piranî ne, dê bi xudmuxtarî xwe bi rê ve bibin.
Sê: Dema ku qala gelê Tirkiyê bê kirin, Kurd jî dê bên derbirîn.
Çar: Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê, dê ji nûnerên rêvebir yên Kurd û Tirk pêk bê.
Pênc: Van herdu gelan, berjewendî û pêşeroja xwe kirine yek.
Şeş: Dema ku Kurd di nav gelê Tirkiyê de neyên derbirîn, dibe ku nerazibûnên Kurdan herdem rû bidin.

Ev daxuyaniyên ku ji aliyê sazûmankarê dewletê ve hatine dayîn, ne evqas kevn in. Lê belê ji bo jiyaneke hevpar, ji Kurdan jî hin hêvî hatine kirin. Ji Kurdan dihat xwestin ku li hemberî hêzên Rojava yên ku axa Enedol-Mezopotamyayê dagîr kiribûn şer bikin.

Kurdan, axa Enedol-Mezopotamyayê, wekî niştîmanê xwe didîtin û li hemberî dagirkerên vê xakê, ji bo rûmeta mirovahiyê neyê binpêkirin, berxwedanên mezin pêk anîn. Gelê Kurd, soza ku dabû gelê ku wek bira didît, bi dana qelen anî cî. Lê mixabin, piştî dagîrkeriya Rojava hate têkbirin, dewleta Tirkiyê xwedî li sozên xwe derneket. Dev ji şirîkatiya bi Kurdan re berda, dewlet bi armanca birandin û qelandina Kurdan, dest bi komkujiyan kir.

Dîroka Komara Tirkiyê, bi awayekî din, dîroka komkujî û qirkirina Kurdan e.

Sedema ku me bi vê kurtedîrokê dest pê kir ev e: Rastiya gelê Kurd û Kurdistanê, ku tê daxwazkirin, da ku ji dîrokê bête rakirin, ne çîrokeke mitolojîk e, ku "sê-çar dabeşkeran" li hev anîne, lê belê rastiyeke berbiçav ya raborî û îro ye. Ev rastiya ku şemaran (înkarê) napejirîne, ji nav belgeyên dîroka şemarokan (înkarvanan) difûre.

Bê çawa gelê Kurd heya vêga ji bo azadiya nasnameya xwe ya neteweyî li ber xwe dabe, ji îro şûn ve jî bêguman dê berxwedana xwe bêrawestan bidomîne. Pejirandina nasnameya Kurdan û tevlîbûna gelê Kurd ya nav gelên cîhanê mîna gelekî serbilind, dê bibe serkeftinek ji bo aştiya cîhanê û peyîtandina hebûna gelê Kurd li ser axa xwe.

Mijarên têkikdar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Palais de Rumine | Lausanne, Switzerland | Attractions". Lonely Planet (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 22 tîrmeh 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2023.
  2. ^ Auftakt und Einleitung: Die Wiedereröffnung des Musée des Beaux-Arts im Palais Rohan 1948. Akademie Verlag. 2012. rr. 1–8. ISBN 978-3-05-006244-0.
  3. ^ a b "Treaty of Lausanne - World War I Document Archive". wwi.lib.byu.edu. Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2023.